Li Dêrsîmê sê kîlometre dervî navenda bajêr teqîn pêk hat. Di netîceya teqînê de 6 ‘esker û pîrekeke ku bi zilamê xwe re derketibû gerê mir. Li gor hatiye hînkirin zilamê pîrekê jî birîndar e.
Li Dêrsîmê mensûbên Pkkê, di dema derbasbûna wasîteyeke ‘eskerî ku ji alî wasîteyeke bi zirx ve dihat parastin de bombeya ku di rê de bi cî kiribûn teqandin. Di teqînê de her dû wasîte jî agir bi wan ket û 6 ‘esker mirin.
Pey pêkhatina teqînê bi bal herêma teqînê ve gelek ambûlans û hêzên ewlehiyê hatin sewq kirin. Helîkopterên ‘eskerî li ser herêma teqînê firiyan. Îtfaîye hat herêmê û ji bo agirê derketiye bitefîne xebitîn.
Kesên di teqînê de birîndar ketin hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Bajarê Dêrsîmê. Ji ber hadîseyê rêya Dêrsim û El’ezîzê ji trafîkê re hat girtin. Operasyona ku li pey teqînê destpê kir didome. (Bangaheq)