Li derveyê welêt ji bo referandûmê dengdayîn dest pê kir

Li derveyê welêt ji bo referandûmê dengdayîn îro dest pê kir û dengdayîn dê heta 9ê Nîsanê berdewam bike.

Di roja ewil a dengdayîna ji bo referandûmê de li ber Konsulxaneya Elmanyayê hemwelatiyên Tirkiyê yên ku ji bo dengdayînê hatibûn ketin rêzê. Huseyîn Emre Engînê Serkonsulê Kolnê ye hat li ser serê sindoqên ku lê deng tê dayîn.

Engîn li vê derê ji endamên çapemeniyê re daxuyaniyek da. Engîn di daxuyaniya ku da de destnîşan kir sindoq di nava çadiran de hatine dayîn û li ser her sindoqekê heyeteke ku ji 5 kesan pêk tê heye.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin zêdetirî 3 milyon hemwelatiyên Tirkiyê yên ku li derveyê welêt dijîn dê heta roja 9ê Nîsanê ji bo referandûma ku dê di 16ê Nîsanê de bê kirin dengên xwe bi kar bînin.(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin