Provokasyona li Zanîngeha Dîcleyê dewam dike. Çeteyên destegîrê PKK û BDPê ku ji dervî zanîngehê tên sewq kirin, li zanîngehê bi kêra êrîşê endamên Kulûba Bîlge Gençlîkê kirin.
Di êrîşên çeteyan de endamên Bilge Gençlîkê Muhlîs Bayancuk, Mahmût Durmaz, Îlyas Kaya û Serhat Sonmez bi derbê kêran birîndar bûn.
Mahmût Durmazê ku birîna wî giran e li Faqulteya Tibbê a Zanîngeha Dîcleyê xistin ‘emeliyatê.
Di hêla dî de polîsan di şûna ku êrîşkeran desteser bikin, endamên Bilge Gençlikê desteser kirin.
Polîsan vê yekî jî kafî nedîtin birîndarên ku hatibûn rakirin Nexweşxana Lêkolîn û Perwedehiyê a Diyarbekirê digel birîndar bûn jî desteserkirin.
Polîsan heya 12 endamên Kuluba Bilge Gençlîkê desteserkir û hê provokasyon didome. (Bangaheq)