Li dijî qampên PKKê yên li Şengalê hareketa hewayî hat lidarxistin

TSK, ragihand ku li dijî qampên PKKê yên li herêma Şengala Misûlê hareketa hewayî lidar xistiye.

Di daxuyaniya ku ji teref TSKyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li dijî qampên PKKê yên li herêma Şengala Misûlê hareketa hewayî lidar xistiye.

Di daxuyaniya ku li ser sayta înternetê ya fermî ya TSKyê hat dayîn de hat ragihandin ku di derdora saet 02.00an de heraketa hewayî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Ji teref PKKyê rêxistina terorî ya dabeşker û niçikên wê yên li Sûrî û Iraqê ve ji bo ku ji Sûrî û bakûra Iraqê terorîst, çek, mihîmat û madeyên teqemeniyê dişandin welatê me û di heyama herî dawî de ev dihatin bikar anîn. Ji van herêman li dijî welatê me terorîst, çek û malzeme tê şandin û li dijî qereqolên me tacîz tên kirin. Herî dawî jî li Diyarbekirê di tunel hatin vedan û xerakirinên komî û armanca vê yekê ew bû ku texrîbat û mirin pêk werin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî çiyayên Şengalê û Karaçokê heraketa hewayî hatiye lidarxistin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Di lidarxistinên û piştgirîdayîna çalakiyên terorî de çiyayên başûra Iraq/Şengal û Çiyayê Karaçokê bûne penagehên terorê. Sitirînên terorê yên ku qesta wan ew e ku yekitî, tevahî û ewlehiya welat û milet dike ji bo ku ev penagehên terorî werin xerakirin di bergeha mafên me yên hiqûqî de di 25ê Nîsana 2017an Roja Sêşemê li dijî çiyayên Şengalê û Karaçokê heraketa hewayî hatiye lidarxistin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe