Bi musabeta salvegera wîladeta pêxemberê me, ji teref platforma evîndarên pêxember ve, li Diyarbekir bi navê “Rêberê azadî û xelasiyê Hz. Mûhammed(s.x.l)” bernama mewlûdê hate lidarxistin. Bi milyonan aşiq û pêgirtiyên Hebîbê Xweda, tevlî bernama mewlûdê bûn.
Her sal bernama mewlûdê li meydana îstasyonê dihat lidarxistin. Ji ber ku meydan qerebalixa mezin hilnedigirt, îsal cara ewilî bû ku bernama mewlûdê li ber parka Newrozê li meydana mitîngê hate lidarxistin. Xelkê dildayê pêxember, meydana mewlûdê dagirt. Cî li meydanê nema. Meydana mitîngê ya parka Newrozê jî, têra evîndarên pêxember nekir. Heta dawiya bernama mihteşem, coş û şahî, tekbîr û selewat qut nebûn. Ji Kurdistana Iraq û Îranê, ji Sûriyê, ji Misrê, ji Ogedanê, ji welatên Ewrûpa gelek alim û akademîsyen û mêvan jî tevlî bernamê bûn.
Beriya bernamê, hunermendan û qîzên biçûk îlahî û merşên xwe hunirandin. Limêja nivro bi cemaet hate edakirin. Dûre dîsa îlahî û tekbîr û selewat qut nebûn. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey re mêvanên ku ji welatên derve hatibûn, hatin teqdîmkirin. Pey xwendina mewlûdê, hunermandan bi merş û îlahiyên xwe, zimmînî ji meydanê anîn. Bi rêzê Yahya Yilmaz Xoca, Mela Osman Teyfûr û Seydayê Mehmed Goktaş Xoca, bi Tirkî û Kurdî xeber dan. Axaftvan deng li dewlet û hikûmet û grûb û orgutên Kurd kirin ku, kesên li ber eşqa pêxember sekinîne, kesên dijminantiya Xweda û Resûlê wî kirine, winda kirine. Tu kes û ti tişt nikare li ber eşq û evîna pêxember bisekine. Her wiha cext li ser biratî û yekîtiyê jî hate kirin. Dan zanîn ku azadî, rizgarî, hizûr û silametî encax bi Îslamî ye, çûna li pey hz. Resûlûllah e.
Milletê aşiqê hz. Resûlûllah, bi kar û bar hatin mewlûdê. Ji ber bernama mewlûdê ya bi cezb û coş, kêfxweşiya anîn ziman. Mêvanên ku ji dervê welat hatibûn, bernama mewlûdê zêde ecibandin. Medyaya biyanî jî eleqe nîşanî mewlûdê dan. bangaheq