Li Dîyarbekir êrîş li qehwexaneyek hat kirin

Li Dîyarbekir kesên ku bi du erebeyan hatin pêşîya qehwexaneyê gule li ser qehwexaneyê reşandin. Di encama êrîşê de yek jê giran tev de 3 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku mesele li qehwexaneyekî yê li ser Çarrêya 75 Metreya Bûlwara Mahabat a li navçeya Kayanpinarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin komekî yê ku di nav dû erebeyê de bûn hatin pêşîya qehwexaneyê û gule li ser qehwexaneyê reşandin.

Di encama êrîşa ku ji teref wan kesên ku nasnavên wan nayê zanîn ve hat kirin de yek jê giran tev de 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê êrîşê re ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin. Mirovên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Polês derheqê meseleyê de û ji bona ku wan êrîşdaran bên qefaltin xebateke mezin da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn