Li Dîyarbekir karkerê ku ji înşeatê ket canê xwe ji dest da

Li Dîyarbekirê karkerek di înşaetê de ji qata 5an ket ‘erdê û giran birîndar bû, karker ji cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Bûyer, doh nêzê êvarê li Taxa Malên 450yan a li navçeya Yenîşehîrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, M.E. (34)yê ku westayê qalibê ye, dema ku di qata 5emîn a înşeata 8 qatî de dixebite dikeve xwarê û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayîna karkerên dinê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat ragihandin M.E.yê ku canê xwe ji dest da ji bo bê otopsîkirin hat birin Sazîya Tip a ‘Edlî. M.E. yê zewicandî û bavê 2 zarokan piştî otopsîyê li gundê Dereya ku girêdayê navçeya Egilê ye hat veşartin.

Tehqîqata polês yê derheqê bûyerê de hêj didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe