Li Dîyarbekir mînîbûs û traktor li hev qelibîn: 15 birîndar

Li Dîyarbekirê, traktor û mînîbûsa rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 jê zarok 15 kesan birîndar bûn.

Qeza, doh di derdorê seatên êvarê de li alîyê Yolkopruya rêya Çêrmûk-Erxenîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa rêwîyan a bi plaqeya 21 AAU 376 ya ku di bin îdareya Ramazan T. de bû û sefera Çêrmûk-Dîyarbekirê dikir, bi traktora ku navê şofêr û plaqeya wî nehat hînbûn re li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 jê zarok 15 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristîyê û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Erxenîyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"