Li Dîyarbekir Qamyonet li pîreka îxtîyar a ku dixwest derbasê alîyê dinê bibe qelibî

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê pîreka ku qamyonet lê qelibî birîndar bû.

Qeza, li pêşîya îstasyona miayeneya erebeyan a li Bûlwara Qamişloya Taxa Bagcilarê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ki ji Xeta Xeber a WahatsApp a ÎLKHAyê re hat dayîn, pîreka îxtîyar a ku navê wê nehat hînbûn, dema ku dixwest derbasê alîyê dinê bibe qamyoneta bi plaqeya 21 FV 025ê lê qelibî.

Bi tesîra lê xistina qamyonetê pîreka îxtîyar ket ‘erdê û birîndar bû. Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û midexeleya ‘ewil a tenduristîyê hat kirin.

Şofêrê qamyonetê jî piştî qezayê li ber serê pîreka îxtîyar sekinî û bêvîya ambûlansê ma.

Polês, derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn