Li Dîyarbekir qeza: Mirîyek

Li navçeya Erxenîya Dîyarbekir li ser rêya Xarpetê qîzikeka 15 salî ya ku erebe li wê qelibî canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku doh li navçeya Erxenîya Dîyarbekir li Taxa Ahmetlîyê di seatên êvarê de erebe li qîzikek qelibî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin dema ku Asya Bîngola 15 salî di rê de derbasi alîyê dinê bibe erebeya ku hê plaqeya wê nayê zanîn li wê qelibî.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Di encama lêkolîna ekîbên tenduristîyê de hat îfadekirin ku Asya Bîngol canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku cinazeya Asya ji bona otopsîyê hat birin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin