Li Diyarbekir Sed Hezaran Kes Dilsoziya Xwe Bi Hezretî Muhammed Re Nîşan Da

Li Diyarbekir Sed Hezaran Kes Dilsoziya Xwe Bi Muhammed Re Nîşan Da

Li her derê cîhanê tepkî û protetoyên li ber fîlma heqaretwarî û li ber piştgiriyên wê dewam dikin. Ummeta Muhammed(s.‘e.w) û ehlê însaf û însaniyetê fîlma xebîs û kovara Fransayî, bi gelek awayî tel’în û şermezar dikin.

Do li Diyarbekir jî, bi sed hezaran evîndarên Pêxember, li cadda îstasyonê, li meydana mewlûdê bi tekbîr û selewatan, bi slogan û panqartan civiyan, eşq û evîna xwe, sedeqat û dilsoziya xwe bi hz Muhammed re bi yek dengî nîşan dan. Bernama sedeqatê ji alî platforma evîndarên pêxember ve hat li dar xistin. Milletê Diyarbekir û derûdor bi sed hezaran herikin meydana mewlûdê.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Serekê platforma Tessepê Salih Demîr di xeberdana xwe ya bi Tirkî de, bal kişand ser evîna û îmana bi Muhammed. Îfade kir ku Hz Muhamed rêberê muslumana ye. Musluman heqareta li rêberê xwe tu car qebûl nakin. Mela Sehab Korkutata, di xeberdana xwe ya bi Zazakî de, li ser qedr û qîmeta hz Muhammed sekinî. Parêzer Necat Ozdemîr bi kurtahî behsa emîntî û heqqaniyet û ehemmiyet û heyata Hz Muhammed kir. Parêzer Ozdemîr îfade kir ku lîderên dewletên ku li ber heqareta li can û ronya çavê me li pêxemberê me dengê xwe nakin û ji bo xelk jî dengê xwe nekin dipeyivin, êdî ne temsîlkarê me ne. Peyva axaftvanan gelek caran bi tekbîr û sloganên millet hat birîn. Hunermendan jî bi îlahî û merşên xwe girseya millet coş kir. Di bernamê de mektûba Yûsûfiyên di hepsan de jî hat xwendin. Yûsûfiyan di mektûba xwe de selam li ğîretkêş û evîndarên pêxember yên ku li ber van heqareta derdikevin, rêkirin û şehadeta muslumanên ku di protestoyên seranserê cihanê de şehîd ketine pîroz kir.

Mela Osman Teyfûr di xeberdana xwe ya bi Tirkî de, li ser sedeqata ji Muhammed û muqeddesatan re sekinî. Fîlm û xebîsiyên heqaretwarî tel’în kir. Paşê Mela Enwer Kiliçaslan behsa xerabî û bêsoziya Yehûdiyan û Fillehan û zaliman kir. Bi dua xeberdana xwe qedand. Meydana mîtîngê ji serî heta dawî bi tekbîr û sloganan hate zimmandin. Digel hewaya germ jî, milletê ku herçar terefê meydana îstasyonê dagirtibû, eşq û dilsozî û îmana xwe ya bi Hz Muhammed re nûkirin û nîşan dan û heqaretên li pêxemberê me tel’în û şermezar kirin. Beşdaran di îfadeyên  xwe dan zanîn ku her zeman û li her derê amade ne ku xwe ji rêber û pêxemberê xwe re fîda bikin.

Hat zanîn ku li ser mîtîngê hinek medyaya ecnebî û biyanî, zindî têkilî bi hinek berpirsiyarên platform û kesan re kir. Lê mixabin medyaya Tirkiyeyê, mîna her car ji bo vê mîtîngê xwe li kor û kerrbûniyê danîn. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be