Li Dîyarbekir Şofêrê erebeya ku qeza kir rehmet kir

Erebeya ku li alîyê senayîya 3yemîn a ku li ser rêya Riha-Dîyarbekirê dema ku di refujê de derbas bibe qelibî, şofêrê erebeyê rehmet kir.

Qeza, di seat 17.00an de li alîyê senayîya 3yemîn a li ser rêya Riha-Dîyarbekirê pêk hat.


Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 01 DFV 40 dema ku li alîyê Çarrrêya Nexweşxaneya Doxima Pîrek derbasê alîyê rêya senayîya 3yemîn dibû refûjê negirt û qeza kir. Bi tesîra qezayê erebe pekîya û qelibî.

Şofêrê erebeyê ku hêj nasnameyê wî nehat hînbûn li cihê qezayê canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û trafîqê hatin sewqkirin.

Ceseda şofêrê erebeyê ji teref ekîbên ku hatin cihê qezayê ve hat rakirin merga nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin