Li Dîyarbekir şofêrê mîdîbûsê hat kuştin

Şofêrê mîdîbûsê M.M.B.yê 50 salî yê ku ji Muşê rêwîyan anît Dîyarbekirê, di êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da.

Bûyer, di seatên êvarê de di rawestgeha rêwîyan a ku li Çarrêya Bi Pir a Seyrantepe ya ku li ser rêya Riha-Diyarbekirê ye de qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, M.M.B., bi mîdîbûsa xwe ya bi plaqeya 21 SV 222 ji Mûşê derket rê.

Şofêrê mîdîbûsê yê ku di seatên êvarê de hat navenda bajara Diyarbekirê, dema ku di rawestgehê de disekinîya, keseke ku nasnameyê wê nehat zanîn bi çek êrîşî wî kir.

Di encama êrîşê de şofêr di nav xwîna xwe de ma û li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tendurisyê û polêsan hatin sewqkirin, şofêrê mîdîbûsê bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyeke taybet.

Şofêrê birîndar, digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Polês, ji bo şikdarê ku bûyerê tertîp kirîyê biqefêle xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"