Li Diyarbekirê 3 hezar û 500 dezgehên bazirganiyê serî li krediya KOSGEBê dan

Mehmet Fîdanê Midûrê Diyarbekirê yê KOSGEBê ye destnîşan kir li Diyarbekirê 3 hezar û 500 dezgehên bazirganiyê ji bo kirediya bê faîz a 50 hezar lîre serî li krediya KOSGEBê dan.

Fîdanê ku di derheqê mijarê de  nirxandinan kir di derbarê mijarê de destnîşan kir ji van 3 hezar û 500 kesên ku serî li krediya bêfaîz dane dê ji hezar û 500 kesî re kredî bê dayîn. Fîdan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di sala 2015an de KOSGEB gelek destek û krediyên cazîb  teqdîm kir. Nexasim ji bo îstîhdam zêde bibe ji kesên ku kar bidin destpêkirin û dezgehekê vebikin re heta 50 hezar lîre hîbe û heta 100 hezar lîre jî krediya bêfaîz tê dayîn. Bi vê yekê tê armanckirin îstîhdam bê zedekirin. Li bajarê me nexasim di 2 salên dawî de gelek teleb heye. Di sala 2016an de midûrtiya me bû midûrtiya ku herî zêde destekê daye. 360 muteşebîs nêzî 13 milyon desteka hîbê standin. Ev destek hêj berdewam dike. Me ji bo sala 2017an jî plana xwe kir. Ji bo 500 kesên ku dê karê xwe nû saz bikin hedefe me heye. Em ê pêşî perwerdehiyê bidin wan. Piştî ku ew karê xwe saz kirin tên ba me. Destekên me wisa berdewam dikin.”

Fîdan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji bo destekê serîlêdana dawî 20ê Sibatê bû û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li Diyarbekirê nêzî 3 hezar û 500 kesî serîlêdan kir. Em ê destekê bidin nîvê van kesên ku serîlêdan kirine.”(ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe