Li Diyarbekirê 4 kes hatin kuştin

Hat diyarkirin li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve bi çekên lûle dirêj li ser koma ku rê birîbûn hat reşandin, di encama reşandinê de 4 kes mirin.

Hat ragihandin li Taxa Seyrantepeya navçeya Yenîşehîrê nêzî 20 kesan rê birîn . Di dema rê birînê de çend kesên ku ji wesayîteke sivîl peyabûn bi çekên lûle dirêj li ser kesên ku rê birîbûn de reşandin.Hat îddîakirin ku di encama bûyerê de 4 kes mir.

Kesekî ku ji bûyerê re bûbû şahid tiştê ku dîtibûn wiha anî ziman: “2 wesayît nêzî noqteya ku rê lê hatibû birîn bûn. Ji wesayîta pêşî şexsek peya bû û got ku ‘ez doktor im, rê vebikin.’ Lê belê komê ku rê birîbû rê venekir.Piştî vê axavtinê ji wesayîta din çend şexs peya bûn û li ser koma ku rê birîbûn de reşandin.Di encama bûyerê de 4 kes bûn hedefa guleyan.”

Şahidekî din a bûyerê destnîşan kir kesên ku ji wesayîta duyemîn peya bûne dişiban polêsên sivîl.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin