Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin

Li Dîyarbekirê di operasyonên li dijî çandina neqanûnî ya esrarê de 48.579 esrara kenewîr û skunk, ku ji wan 1.2 ton esrar dihat bidestxistin, hatin tunekirin û 36 kîlogram esrar jî hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Navxweyî, li navçeyên Yenîşehîr, Egil û Sûr ên Dîyarbekirê li dijî çandina esrarê ya neqanûnî operasyon hatin lidarxistin.

Operasyonên ku bi hevrêziya Daîreya Sûcên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, Serdozgeriya Komarê ya Dîyarbekirê û Serdozgeriya Komarê ya Egilê hatin kirin, ekîbên Şaxa Narkotîk a Fermandariya Cendermeyan a Bajara Dîyarbekirê, Ekîbên Operasyonên Taybet û komandoyan beşdar bûn.

Di operasyonan de 24 ekîbên operasyonel û 230 personel, û her wiha wesayîtên hewayî yên bêmirov ên cendermeyan û pergalên dûrhesandinê beşdar bûn.

Di encama operasyonan de, 48 hezar û 579 nebatên esrar û skunkê, ku ji wan 1,2 ton esrar dihat bidestxistin, hatin îmhakirin. Her wiha, 36 kîlogram esrar hat desteserkirin û 35 deverên potansiyel ên çandina esrarê ya neqanûnî hatin îmhakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin
9 gule li camên dikanê ketin