Li Diyarbekirê amadehîyên ji bo bernameya Mewlûda Nebî berdewam dike

Ji bo bernameya Mewlûda Nebî ya ku dê sibe ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin xebat bênavber berdewam dikin.

Bernameya Mewlida Nebî ya ku ji ber şewba Kovîd-19ê 3 salan nehat tertîpkirin piştî navbera ku hatibû dayîn ew ê dîsa bê lidarxistin. Ji bo vê yekê Weqfa Evîndarên Pêxember dest bi xebatan hatibûkirin. Di bergeha xebatan de li seranserê bajêr afîşên daxuyaniyê daliqandin.

Weqfa Evîndarên Pêxember ew ê sibe li qada parka Newrozê bi temaya "Mînaka Herî Xweşik Hz Muhammed" bernameya Mewlida Nebî li dar bixe.

Dildarên Weqfa Evîndarên Pêxember ên ku afîş û pankartên bernameya ku dê di 30ê Nîsanê roja Yekşemê de li qada Parka Nevruz a navçeya Bağlar a Amedê bê lidarxistin; li çarrê û bihorkên jorîn daliqandin û Amedê bi muhebbeta Muhemmedî xemilandin.

Bi afîşên ku bi zimanên Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Zazakî) hatibû amadekirin temamê gelê hat vexwandin bo çalakiya ku wê roja Yekşemê saet di 13.30î de bê tertîpkirin.

Menaf Adiyamanê Endamê Tertîpkirina Bernameya Mewlida Nebî ya Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê mijarê de destnîşan kir, ew xebatên xwe ji bo bernameya sibe didomînin û xebatên wan li ber xelasbûnê ne û ew temamê gelê Amedê dawetî bernameya sibe dikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne