Li Diyarbekirê ambûlans û tanker li hev qelibîn

Di qezaya ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Farqînê di encama li hev qelibîna ambûlans û tankerê de pêk hat de 5 kes birîndar bûn, zarokek jî canê xwe ji dest da.

Qeza, doh di derdora seat 13.30an de li ser rêya Rêbeja Diyarbekir-Farqînê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin wesayîta ambulansê ya ku ji aliyê navçeya Farqînê ve nexweş dibirin Diyarbekirê li tankera ku di bin kontrola Murat Mungan de bû û ji Licê ber bi Diyarbekirê ve diçû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 6 kesên ku di nav wan de doktor, 2 personelên tenduristiyê, zarokek û bav û ajokarê ambûlansê hebûn birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansên dinê yên ku sewqî cihê qezayê hatin kirin rakirin nexweşxaneyê.

Ji birîndaran zarokê 6 salî ku rewşa wî giran bû, digel temamî mudaxeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin