Li Diyarbekirê cebilxane hat bidestxistin

Li Diyarbekirê di lêgerînên ku hatin kirin de cebilxaneya ku tê îddîakirin ya PKKyê û ew ê bikaranîbana hat bidestxistin.

Li Diyarbekirê di lêgerîna rê ya ku hat kirin de di nava wesayîteke taybet de cebilxaneya ku tê diyarkirin aîdî PKKyê hat bidestxistin. Di lêgerînê de 5 aded keleşkof, 15 aded muhîmeta roketatar a antîpersonelê, 6 aded muhîmatê roketatar a antîtankê, 20 aded fîşekên sewkê yên roketatarê, 40 aded carcûrê keleşkofê, 3 hezar û 680 lib berikê keleşkofê hatin bidestxistin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatîye dayîn de hat diyarkirin 2 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re heye hatine binçavkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin