Li Diyarbekirê cihê ku lê teqîn çêbû teqemeniya duyemîn hat dîtin

Li ser Rêbeja Diyarbekir-Bismilê li herêma ku lê di dema derbasbûna konvoya eskeriyê de teqîn pêk hat teqemeniya duyemîn hat dîtin.

Hat ragihandin li ser 35emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Bismilê li herêma ku lê di dema derbasbûna konvoya eskeriyê de teqîn pêk hat teqemeniya duyemîn hat dîtin.

2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gor agahiyên ewil ên ku hatine bidestxistin di teqînê de kesê bi navê Mehmet Gurses ê ku di warê teslîmkirina wesayîtan de erkdar bû û kesê bi navê Mustafa Yildiz  jiyana xwe ji dest dan û çend kesên ku di înşaata rê de dixebitîn jî birîndar bûn.

Nûçegihanê rê li ber teqîna duyemîn girt

Her wiha nûçegihanê ÎLKHAyê yê ku li heremê bûyerê dişopand bombeya duyemîn a ku hatibû xefkirin tespît kir.

Çawa ku xeber hat dayîn eskeran, esker demildest wesayîtên li wê derê ji hermê dûr kir.

Her wiha hat ragihandin li cihê teqînê bombeya sêyemîn jî hatiye tespîtkirin.

ÎLKHA


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin