Li Diyarbekirê di nabeyna 2 malbatan de şer: Miriyek û 3 birîndar

Li navçeya Çinara Diyarbekirê di nabeyna 2 malbatan de bi kêr û çovan pevçûn derket. Di encama şerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2yê wê giran bi tevahî 3 kes pbirîndar bûn.

Li navçeya Çinara Diyarbekirê li gundê Çinara Meheliya di nabeyna malbatên Kaplan û Çeltîkoglu de bi kêr û çovan pevçûn derket. Di encama şerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2yê wê giran bi tevahî 3 kes pbirîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di derbarê sazkirina avahiyê de di nabeyna 2 malbatan de gengeşeke devkî derket. Dûvre ev gengeşe zivirî şerê. Di encama şerê ku bi kêr û çovan qewimî de Ramazan Çeltîkoglu (37) jiyana xwe ji dest da û Veysî Çeltîkoglu,  Zubeyîr Çeltîkoglu û Vedat Kaplan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa Veysî Çeltîkoglu û Vedat Kaplan xedar e û xaniyê malbata Kaplan jî hatiye şewitandin. (ÎLKHA)  








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin