Li Dîyarbekirê di navbera birayan de şer derket: 4 birîndar

Di şerê ku li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê derket û kêr jî hatin bikaranîn de herî kêm 4 kes birîndar bûn.

Bûyer li Ceddeya Orneka Taxa Altiokê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera birayên ku di nav wan de yê zêrfiroş jî heye de ji ber nerazîbûna meddî nîqaş derket.

Her ku nîqaş zêde bûn, aliyan êrîşî hev kirin. Di êrîşa ku kêr jî hat bikaranîn de herî kêm 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîs û kesên li derdorê hewl dan kesên ku şer dikin ji hev biqetînin. Hat dîtin ku polêsan ji bo kesên ku şer dikin ji hev biqetînin spreya bîberê bikar anîn.

Hate hînbûn ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan baş e.

Polîsan 4 kesên ku tevlî şer bûne binçavkirin kir.

Dikandarên derdorê bal kişandin ser rageşiya dawî ya di navbera birayên mijara gotinê de û ji rayader û rîspîyan xwestin ku ji bo bûyer mezin nebin bikevin dewrê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qumarê de zirarên cidî yên psîkolojîk û civakî hene
Pêdiviya vî welatî bi HÜDA PARê heye
1 jê giran 3 kes birîndar bûn
Li Bedlîsê rêyên 35 gundan ji ber berfê hatine girtin
2 otomobîl zirar dîtin