Li Diyarbekirê di projeya tramwayê de zemîn tê saxtîkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di Projeya Tramwaya Diyarbekirê de dest bi xebatên saxtîkirina zemînê kir.

Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, plan dike ku tramwayê di sala 2023’ê de bixe ber xizmetê û Xeta Tramwayê navbera Deriyê Çiyê û Nexweşxaneya Lêkolînê li xwe digire. Ji bo vê projeyê xebata etûtên jeolojik-jeoteknîk dê bê pêkanîn û rapora wê bê amadekirin.

Xeta tramwayê dê 14.1 kîlometir dirêjiya wê hebe û xudan 23 rawestgeh be, ji bo rêgeha xetê bê kifşkirin ji 6’ê hezîranê ve ye xebatên sondajê hatine destpêkirin.

Bi cîbicîbûna vê projeyê re dê rûberê bajêr biguhere û rojane dê 74 hezar û 342 rêwî lê siwar bibin û ji bo zemîna wê dê 23 sondaj bêne vedan.

Di encama xebata ser zemînê de, Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî encamên etûtê dê deverên ku zemîn nerm an jî xirabe ye dê xebatên qewîmkirina zemînê bimeşîne.

Tê çaverêkirin ku Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, di encama 7 rojan de xebata saxtîkirina zemînê bi dawî bike.










İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Neaşê Mela Abdurrezzaq Tepe hat definkirin
Li Wanê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat
Mehmet Goktaş Xoce: Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!
Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê dest pê kir
Ji HUDA PARê amadehîya “Kongreya Mezin”