Li Diyarbekirê êrîşa çekdar: Mirîyek

Di encama êrîşa çekdar a ku li navçeya Erxenîya Diyarbekirê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da.

Li Ceddeya Egemenlîka ku li Taxa Azîzîyeya navçeya Erxenîya Diyarbekirê ye, Seyîtxan Cennet (36) ji teref neyarê wî yê ku leqayê hev hat ve êrîş lê hatin.

Cennet, li cihê bûyerê birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê. Lê Cennet, li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Di nexweşxaneyê de jî di navbera neyarên ku leqayê hevdû hatin de jî şer derket û 2 kes birîndar bûn.

Derheqê bûyerê de 2 kes hatin binçavkirin û tehqîqata ku derheqê meseleyê de hatibû destpêkirin didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin