Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku di heyama operasyonên li dijî PKKê de li navçeyên Licê û Hazroyên Diyarbekirê 786 hezar kok kenevir û 5 ton esrar hatin bidestxistin.
Di berdewama daxuyaniya walîtîyê de wiha hat îfadekirin: “Di navbera 22 û 25ê Îlonê de, 786 hezar kok kenevir hatiye bidestxistin û paşê hatiye îmhakirin. 3 ton û 5 kîlo kûbar, 2 ton û 60 kîlo esrara toz û kenevirê wek çandinî û her wiha gelek malzemeyên muxtelîf yên sûcê hatine bi dest xistin.”(ÎLKHA)