Li Diyarbekirê li dijî DBPê operasyon: 14 binçavî

Li Diyarbekirê li dijî DBPê di çarçoveya tehqîqata ku dihat kirin de derheqê şikdarên ku li ser wan qerara binçavîyê heye de operasyon hat lidarxistin.

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Diyarbekirê ve hat kirin de derheqê gelek şikdarên ji Partîya Herêmên Demokratîk ve de qerara binçavkirinê hat dayîn.

Ji malên rayedarên DBPyî, avahîya bajêr û navçeyê ya partîyê di seetên serê sibê de operasyon hat kirin. Ji 15 kesên ku derheqê wan de qerara binçavkirinê hatibû dayin ve 14 kesên wan hatin qefaltin.

Hat hînbûn ku operasyon li Diyarbekir navend di 9 bajaran de hat kirin. Polês, di avahîyên partîyê û edresên rayedarên partîyê de lêgerînên xwe didomîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"