Li Dîyarbekirê malbatên neyar li hev hatin

Di navbera gundên Korukçu û Kayabaşiya navçeya Bismila Dîyarbekirê de di 9ê Kanûna Pêşîn a 2021an de neyartîyek çêbûbû û kesek canê xwe ji dest dabû, 15 kes jî birîndar bûbûn. Herdu malbat jî li hev hatin.

Neyartîya ku di navbera malbatên Turk, Orak, Gok û malbatên Erkek û Yanik de pêk hatibû, bi micadeleya rîspîyên herêmê li hev hatin.

Komîsyona Aştî ya Rîspîyên Bismilê, ji bona ku li hev werin wan îqna kirin. Di ewyaneke dilanê ya li Bismilê de di encama bernameyekî de hatin cem hev.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û bi axavtina Walîyê Dîyarbekirê Alî Îhsan Su ve berdewam kir.

Bername bi kirina duayê û dayîna îkraman dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qumarê de zirarên cidî yên psîkolojîk û civakî hene
Pêdiviya vî welatî bi HÜDA PARê heye
1 jê giran 3 kes birîndar bûn
Li Bedlîsê rêyên 35 gundan ji ber berfê hatine girtin
2 otomobîl zirar dîtin