Li Diyarbekirê operasyona sextekariya sîber: 16 şikdar hatin girtin

Ji 20 şikdarên ku li Diyarbekirê di operasyona sextekariya sîberê de hatibûn binçavkirin 16 jê hatin girtin.

Berî vê du rojan navend Diyarbekir 11 bajaran di heman wextî de operasyon hatibûn kirin û di operasyonan de 20 kesên şikdar hatibûn binçavkirin.

Ji gumanbaran 2 kes piştî karên li midûriyeta polîsan hatin berdan. Ji şikbarên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 16 kes hatin girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Hat îfadekirin ku gumanbaran wezîfedarên payebilind ên kamûyê kirine hedef û dest danîne ser şîfreyên kesên ku li e-mailên sexte şandine.

Hat ragihandin ku çeteya sîber a ku bi saya van şîfreyan dest danî ser nasname, navnîşan û agahiyên qerta krediyê ya 85 mîlyon kesî, ev agahî firotin sextekaran.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin