Li Dîyarbekirê otobûsa rêwîyan qelibî: 1 jê pitik 5 mirî, 22 birîndar

Di encama qelibîna otobûsa rêwîyan li Dîyarbekirê de 1 jê pitik 5 kes canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Farqîn-Dîyarbekirê pêk hat.

Otobûseke rêwîyan ji ber sedemeke ku hêj nediyare şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û qelibî.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil 1 jê pitik 5 kes canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat destnîşankirin otobûsa ku ji Dîyarbekirê bi rê ketîye wê biçûna Îdirê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin