Li Diyarbekirê otobusa şaredarîyê hat şewitandin

Li Diyarbekirê PKKyiyên ku rê birîn otobusa Şaredariya Mezin a Diyarbekirê sekinandin û şewitandin.Di bûyerê de tu mirî an jî birîndarî çênebû.

Komek PKkyiyên ku li navçeya Kayapinara navenda Diyarbekirê rê birîn û otobuseke şaredariya ya ku ji wir derbas dibû sekinandin.Koma PKKyî dûvre bi molotofan otobus şewitandin.Dema ku molotof îsabetî otobusê kirin rêwiyên di otobusê de gelekî tirsiyan.

Bûyer duh êvarî di derdora seat 19.00an de li Taxa Peyasa navçeya Kayapinara Amedê pêk hat.Agirê ku di otobusê de derket ji teref ajokarê otobusê ve hat tefandin.

Hat hînbûn berî ku polês ji bona lêkolîna bûyerê werin cihê bûyerê otobus ji cihê bûyerê hat birin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar