Li Diyarbekirê pevçûn: Eskerek jiyana xwe ji dest da

Di pevçûna ku li çoltera Karaza Diyarbekirê derket de eskerek jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin piştî operasyona ku li herema gunê Boyunluya Karaza Diyarbekirê hat tertîpkirin re ji wesayîtekê di ser eskeran de gule hat reşandin û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de çawîşekî pîspor jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin piştî operasyona ku li herema gunê Boyunluya Karaza Diyarbekirê hat tertîpkirin re ji wesayîtekê di ser eskeran de gule hat reşandin û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de Serdat Harun Yildirim û Binefser Serçawîş Kenan Mercîmek birîndar bûn Çawîşê Pîspor Hatîp Çaglar jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin