Li Dîyarbekirê qamyonetek li wesayîtekî qelibî: 2 mirî, 12 birîndar

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di qezayeke trafîkê de ku qamyonek tîpên gazê û wesayîteke bazirganî ya sivik tê de bûn, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya Walîtiya Dîyarbekirê, li dora saet 22:00an de li çarrêya Hebeşî (Oglakli) ya li ser rêya Mêrdînê qezayek trafîkê ya ku qamyonek bi tîpên gazê barkirî û wesayîtek sivik a bazirganî tê de bûn, qewimî.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re 8 ambûlans û 24 personelên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndarên ku li cihê bûyerê ji aliyê ekîbên tenduristîyê ve dermankirina destpêkê hatin kirin, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyan.

Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê giran 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, tedawîya birîndaran li nexweşxaneyên bajêr berdewam dike.

Derbarê qezayê de tehqîqata edlî hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Problemê trafikî yê Diyarbekirî ganî bêro hal kerdene!
Weqfa Evîndarên Pêxember dest pê kirin
Li Dîyarbekirê 123 kîlo esrar hat bidestxistin
Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
Derbarê pirtûka "Nîşanên li ser Rê" de daxuyaniyek da