Li Nisêbînê wesayîtek li karkeran qelibî: 1 mirî, 2 birîndar

Li Nisêbînê wesayîtek li karkeran qelibî: 1 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji ber ku wesayîtek pêşî li qamyonekê û dû re jî li karkerên di dema çêkirina rê de dixebitîn qelibî, di encamê de kesek mir û du kes birîndar bûn.

Qeza, di saetên êvarê de li taxa Akçatarla ya navçeyê qewimî.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîtek ku navê şofêr û plaqeya wê hêj nayê zanîn, li qamyoneteke karkerên çêkirina rê qelibî. Piştre wesayît ji rê derket û li karkeran qelibî.

Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin şandin.

Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku karkerek miriye. Karkerê birîndar û şofêrê wesayîtê piştî wergirtina alîkariya tenduristî ya destpêkê ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Piştî prosedurên pêwîst, cenazeyê karker ji bo otopsîyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Tê ragihandin ku rewşa şofêrê wesayîtê giran e, û derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.