Li Diyarbekirê qeza trafîkê: 1 mirî, 2 birîndar

Li ser Rêbeja Diyarbekir-Bîngolê di qezaya trafîkê ya zincîrî de ku kamyonek û 2 otomobîl li hev qelibîn, kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza li taxa Mermerê a li ser rêya Diyarbekir-Bîngolê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku nayê zanîn TIRên ku plaqeya wê 27 ACT 181 û du otomobîlên plaqeya wan 21 AF 912 û 72 AAE 790 li hev qelibîn.

Di qezayê de otomobîla plaqeya wê 72 AAEyê ji hevde ket û ji bo birîndarên di wesayîtan da asê mane ekîbên îtfaîyê, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Kesên di otomobîlên de asê mabûn bi xebata ekîban hatin rakirin. Halît Ç. Li cihê bûyerê mirina wî hat ragihandin. Piştî midaxeleyên ewil ên li cihê bûyerê birîndar R.K. û B.C. bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin