Li Dîyarbekirê şahîya ciwanîyê

Şayîya ku ji teref Baskên Ciwanî ya Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PARê ve hat tertîpkirin, bi beşdarbûna bi sedan ciwanan xemilî.

Cîhê şahîya ciwanî ya Dîyarbekirê ya ku Baskên Ciwanî ya Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PARê bajar bi bajar tertîp dike, Parqa Qoşîyolîyê bû.

Şahîya ciwanîyê ya ku di Parqa Qoşîyolî ya li navçeya Rezan a Dîyarbekirê hat tertîpkirin, bi xewndina Qurana Pîroz dest pê kir.

Di bernameya ku hûnermendên Ajansa Ozlemê wezîfe girtin de, bername bi dengkirina îlahî û merşan berdewam kir.

Piştî nimêja Eşayê ya ku bi cemaetî hat kirin bi pêşbirk û leyîstokan berdewam kir.

Di bernameya ku mirovên derdorê jî gelek beşdarî bûn de, bi taybetî dê û bavan re derheqê perwerdehîya zarokan de axavtinek hat kirin.

Di axavtina ku di roja me de di alîyê menewîyetê de krîzekî tê jîyankirin de, bal hat kişandin ku mînakgirtina jîyana Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) xelasîya tenê ye.

Bername bi dawet û îkraman berdewam kir û dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dirêjbûna perwerdehîya bi zorê pirsgirêkên cuda derdixe holê
6 mirî, 509 birîndar
Tirkîye seferên balafiran ji bo Kerkûkê da rawestandin
Li Kurdistana Başûr asta ava bendavan zêde bûye
Li Meletîyê 3 wesayît tevlî qezayê bûn: 6 birîndar