Li Diyarbekirê wesayîtek li karkerên ku li kevîya rê dixebitîn qelibî: 3 mirî 1 birîndar

Hat ragihandin wesayîtek li wan karkerên rê yên ku li ser rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê xebatê dikirin qelibî.

Qeza derdora seat 10.00an de di 16emîn kîlometreya rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 BAT 938 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn li wan karkerên Midûrtîya Herêma Rêbejê yên ku li ser rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê xebatê dikirin qelibî.

Di encam xebatê de 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. Hat hînbûn navên kesên ku wefat kirine wisa ne: Mehmet Turan, Murat Fidan û Ahmet Özkişi.

Hat ragihandin ajokar ji cihê bûyerê revîya. Ji bo ajokar bê girtin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"