Li Diyarbekirê zarokên ku di şewatê de mehsûr mabûn hatin xelaskirin

Li navçeya Rezan (Bağlar) ya Diyarbekirê di şewata ku di apertmaneke 8 qatî de derket de, zarokên ku mehsûr mabûn ji aliyê tîmên îtfaiyê yên ku destwerdan li bûyerê kirin ve hatin rizgarkirin.

Şewat, li Taxa Bağcılarê ya navçeya navendî ya Rezanê di apartmaneke 8 qatî de derket.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di qata 3yemîn a apartmaneke 8 qatî de ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn şewat derket. Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê (îtfaiyeyê) û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatine veguhastin.

Di apartmana ku ji bo tedbîrê niştecihên wê hatine valakirin de, ji ber dûmana zêde kesên mehsûr (teng) mabûn çêbûn.

Tîmên agahkojiyê yên ku ew zarokên di qata 7emîn a avayiyê de mehsûr mabûn ferq kirin, wan bi pêlikê anîn xwarê.

Di şewata ku di encama destwerdanê de hat kontrolkirin de hate hînbûn ku kesek ji dûmanê bandor bûye.

Derbarê sedema derketina şewatê de lêkolîn hate destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin