Li Dîyerbekirê ji ber lihevnekirina erda şer derket: 8 mirî, 4 birîndar

Li Dîyarbekirê, di encama şerê ku ji ber lihevnekirina erd derket de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.

Bûyer, li gundê Şîdadaya navçeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber lihevnekirina erd gelemşeyek derket, ew gelemşe di demeke kin de ji pevçûnê re vegerîya.

Di şerê ku çek jî hatin şixulandin de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji gund re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat hînbûn ku berîya pevçûnê li gund hinek erd hatine şewitandin.

Ekîbên cendermeyê li gund ewlehîyeke mezin girt. (ÎLKHA)

a790873d-12f6-4ac5-aaae-c1ed6886e26e.jpg

242d1f07-f720-45c6-8b52-25a1dae9f558.jpg

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Gelê Diyarbekirê şehîdên xwe yên Qurbanê ji bîr nekir
Xelkê Dîyarbekirê nimêja xwe ya eydê li Mizgefta Camîya Mezin kirin
4 kes bi tohmeta şewata avahiyekê li Dîyarbekirê hatin girtin
1 mirî, 6 birîndar
Di şewatê de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan