Li Edenê di avahiyeke de cesedên 6 kesan hat dîtin

Li Edenê polêsên ku îxbareke nirxandin di avahiya ku çû wir de cesedên 6 kesan dît. Ji cesedan yekî ya waliyê kevin Îsmet Metîn e.

Li navçeya Seyhanê kesekî piştî ku 5 şexsan kuşt dûvre xwe bixwe jî kuşt. Gor agahiyên hatine bidestxistin polêsan bihîstine ku dengê çekan tê. Dema polês diçin wê derê dibînin ku 6 kes wek mirî li erdê ye.

Hat idîakirin ku bûyer ji ber qîzxwestinê qewimiye. Denîzhan Denerê ku dê bibûya zava waliyê teqewîdbûyî Îsmet Metîn, meta jina walî Nurşen Metîn, qîzmeta wî Senem Metîn, meta wî Gonul Cengîz û kurmeta wî Suphî Cumhur Cengîz bi çekê kuştiye.

Hat ragihandin Denîzhan Denerê ku wan 5 kesan kuştiye piştî vê wehşetê xwe bixwe jî kuştiye.

Tehqîqatên di derbarê bûyerê de didomin. (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin