Li Edremîtê keleka koçberan binav bû: 24 mirî

Li Xalîça Edremîta Balikesîrê keleka ku koçber tê de bûn binav bû, di encama binavbûnê de 24 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Xalîça Edremîta Balikesîrê  keleka ku koçber tê debûn binav bû, di encama binavbûnê de 24 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî hatin xelaskirin.

Di derbarê mijarê de ji teref Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin îro di derdora seat 06.00an de  îxbara xwestina alîkariyê ya koçberan ji wan re hatiye û ew jî ji ber vê yekê xebat dane destpêkirin.

Li gor daxuyaniyê di encama xebat û lêgerînên ku hatine kirin de  hat diyarkirin 24 kes jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî hatine xelaskirin.

Her wiha hat ragihandin ji bona 13 kesên ku windabûne werin dîtin xebat hêj didomin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar