Li Efğan û Dağistanê Şer

Di Pevçûnan De 23 Mucahid Şehîd Ketin

Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Efğanîstanê, di operasyonên NATOyê de, 11 mucahidên Talîbanê hatine şehîd kirin. Hêzên Natoyê, li bajarê Gazneyê li navçeya Qarabağê di operasyoneke muşterek de, 11 mensûbên Talîbanê qetil kirin. Hat îfade kirin ku Nato ji ber êrîşên dawî yên Talîbanê, dîsa dest bi qetlîaman kiriye. Di operasyonan de milletê sivîl jî gelek zirar û eziyet dîtine.

Her wiha li Dağistanê jî polîsan li herêma Hesenyûrtê, li ber mucahîdan operasyon  rast kir. Mucahîdan li ser operasyonê bi polîsan re şer kir. Di pevçûnan de 4 mucahîd hatin şehîd kirin. Der heqê rewşa kuştî û birîndarên polîsan de tu agahî nehat dayîn. Wekî tê zanîn hêzên ewlehiyê li hêla Dağistanê li ser millet û dilxwazên mucahîdan zordestiyê dikin, li gor emr û menfîeta Rûsyayê operasyona li dar dixin.

Li Nalçikê jî li gor beyana wezareta karên hundir, hêzen ewlehiyê 6 musluman û 2 jinên musluman qetilkirine. Hat gotin ku di operasyonê de emîr Şamîl Ûlbaşev û emîr Rûslan Batirbekov jî hatine qetil kirin. Her du jinên şehîd bûne jî kufletê wan in. Kesên şehîd bûne tev jî di bin 20 salî re ne. Operasyon bi wehşet hatiye kirin.  (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be