LI EFĞAN Û PAKÎSTANÊ ŞER
DI HADÎSEYAN DE 73 KES HATN KUŞTIN
Li Efğanîstanê li Zaranja paytexta herêma Nîmrûzê, 3 êrîşên întîharî hatin kirin. Di êrîşan de 7ê wan zarok 48 kes hatin kuştin, bi kêmanî 130 kes jî birîndar bûn. Hat gotin ku îsal li Nîmrûzê, cara ewil e êrîş tên kirin.
Serekê herêmê Ebdulkerîm Barahavî diyar kir ku êrîşkeran li bazargehên qerebalix êrîş rast kirine. Xelkê li van bazargehan, danûstandina îda remezanê dikir. Ji ber vê yekê jî, gelek sivîl xisar dîtine.
Her wiha li Pakîstanê jî di navbera hêzên Talîban û emniyeta dewletê de şer qewimî. Şer nêzî sînorê Efğanîstanê, li bakurê rojhilata Pakîstanê li herêma eşîran derket. Hat îddîa kirin ku di şer de, 30 mîlîtanê Talîban û 5 esker hatine kuştin.
Li aliyê din li gor xebera BBCyê, hat îfade kirin ku li rojhilata Efğanîstanê li bajarê Kûnarê, di navbera hêzên Efğan û Pakîstanê de şer qewimiye. Hat îfade kirin li konvoya berpirsiyarekî polîs, êrîş hatiye kirin. Di pey re pevçûn derketiye. Di hadîseyê de polîsek hat kuştin, 5 heb jî birîndarbûn. Hêla Efğanê îddîa kirin ku êrîşa li konvoyê, ji hêla Dangama herêma Pakîstanê ve hatiye kirin. Li ser pevçûnê, bi sedan esker sewkî sînor bûn.