Li Efğanê Êrîş

12 Tankerên Nato Hatin Şewitandin

Li gor xeberan hat gotin ku li Efğanîstanê li herêma Farahê, êrîş li tankerên Natoyê buye. 12 tankerên ku ji NATOyê re mazot dikişandin, hatine şewitandin û 3 kes jî hatine kuştin.

Êrîş li bajarê Farahê li herêma Deşta Bekwahê qewimî. Li gor îfada berdevkê polîsê herêmê, êrîş ji teref mîlîtanên Talîban ve hatiye kirin. Hat îfade kirin ku agir bi 12 tankera ketiye û 3 karkerên şîrketê jî hatine kuştin.

Li aliyê din hat îddîa kirin ku qomanderekî Talîbanê Mewlewî Dadûllah, di êrîşa NATOyê de, li bajarê Kûnerê hatiye qetilkirin. Hat gotin ku gava Dadûllah li navçeya Şîgelê, bi mensûbên Talîban re hevdîtin pêkdianî, NATO li wan êrîşa hewayî rast kiriye. Qeymeqamê Şîgelê jî îddîa kir ku, bi Dadûllah re 12 mensûbên Talîban jî hatine qetil kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be