Li gor xeberan hat îfade kirin li Efğanîstanê li eyaleta Helmandê li herêma Waşîrê, mîlîtanan çekdar êrîşî nuqteya kontrolê ya merkezeke eskeriyê kir. Di êrîşê de, 11 esker hatin kuştin û 4 heb jî birîndar bûn.
Berdevkê walitiya Helmandê Dawûd Ehmedî îfade kir ku mîlîtanan 5 esker jî revandine an jî van pênc esker tevlî êrîşkeran bûne. Dêr heqê êrîşê de agahiyên berfireh nehat dayîn.
Li aliyê din li Efğanîstanê 202 merkezên İSAFê hatin girtin. Ji NATOyê hat îfade kirin ku di çarçova plana kêmkirina merkezên NATOyê de, van merkez hatine girtin, ji vana zêdetir merkez jî, dewrî hikûmeta Efğanê bûne. Berdevkê Natoyê diyar kir ku merkezên hatine girtin, hemî li herêmê dûr in û li her yekê hejmara eskeran dora 300î ye. Hejmara merkezên Natoyê 800 bû. Bi van girtina daket 400î. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)