Li Efğanîstanê Protesto

Millet Li Ber Fîlma Xebîs Meşiyan

 Xeberan diyar kir ku li Efğanîstanê li paytext Kabîlê, millet ji bo protestokirina fîlma heqaretwarî dîsa meşiyan. Protestovanan cade û kolanên bajêr dagirtin û di aleyhê Emrîka de slogan avêtin.

Milletê protestovan, ji hikûmetê xwest ku bi Emrîka re hemî têkiliyên dîplomatîk bibire. Protestovanan diyar kir ku li pey fîlma xebîs desteka Emrîka heye. Tê gotin ku nêzî 100 karsazên siyonîst Yehûdî, fîlmê fînanse kiriye.

Roja çarşemê jî zêdetirî hezar xwendekaren zanîngehan li eyaleta Nangarharê li ber fîlma heqaretwarî protesto li dar xistibûn. Di rojên borî de bi hezaran protestovan li seranserê welêt tepkî nîşan dabûn. Protestovanan xwest ku Waşîngton ji alema Îslamê uzrê bixwaze.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin