Li Efğanîstanê Teqîn

Dîsa Bombe Dîsa Teqîn. Zêdetirî 20 Kes Kuştî, 60 Brîndar

Li gor xeberan hat gotin ku li Efğanîstanê, li bajarê Nangerharê ji dûranî ve bombe hat teqandin. Bombe di nav qerebalixa ku ji bo nimêja cenazeyê civiyabûn de teqiya. Di teqînê de bi kêmanî 20 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.

Qeymeqamê navçeya Derbabayê Hecî Hemîşe Gul îfade kir ku, li herêma Şîgi Siyehê millet ji bo nimêja cenazeyê civiyabûn. Di dema civînê de bombe tê teqandin. Di teqînê de qeymeqam jî brîndar dibe.

Vê sibehê jî li eyaleta Helmandê du bombe teqiyan. Di teqînan de bi kêmanî 7 kes birîndar bûn. Teqîna ewil, li payetxta eyaletê li Laşkergahê li ber marketê qewimî. Di teqînê de gelek wesaît jî xisar dîtin. Birîndar rakirin nexweşxana. Tu grûbê van êrîşa negirtin ser xwe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin