Li Efğanistanê Terora Natoyê

Hêzên Natoyê li Kûnara bajarê Efğanistanê, êrîşî sivîlan kir. Di hedîseyê de 14 kes hatin qetilkirin, 13 kes jî birînadr bûn.

NATO li Coğrafyaya Îslamê, ji ğeyrî bombebarandinê pêve tiştekî din nake. Li Bosna, Efğanistan û Lîbyayê bi xwe qetlîam rast kirine.

Natoya îşgalker li Efğanistanê dîsa sivîl qetil kirin. Li bajarê Kûnarê di êrîşa Natoyê de 14 sivîl hatin qetilkirin, 13 kes jî birîndar bûn.

Walîyê Kûnarê Şûca elmulk Celale beyan kir ku li navçeya Narengê, di êrîşên eskerî de hêzên Efğan û Îsafê ji Natoyê desteka hewayî xwestine. Celale diyar kir ku di êrîşên hewayî yên Natoyê de 4ê wan zarok, 3ê wan jin 14 sivîl hatine qetilkirin.

Li Efğanistanê ev serê 12 salan e ku îşgala Natoyê û Emrîkayê didome. Di vê îşgalê de heta niha bi hezaran jin û zarok û kesên sivîl hatine qetilkirin, mal û xanî hatine bombebarandin û gelek kes jî seqet mane.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku Natoyê, di çar salên dawîn de bi hezaran zarok qetil kirine, bi 10 hezaran zarok jî birîndar bûne û seqet mane.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar