Li Efrîka Navîn Qetlîam

Alema kufrê, naxwaze li Efrîkayê Îslam bibe îktîdar

Alema kufrê, naxwaze li Efrîkayê Îslam bibe îktîdar. Çendakî berê ji ber ku mislumanek bû mezinê dewleta Efrîka Navîn, hêzên Fransayê bi piştevaniya Ewrûpa û bi hêzên yektîya Efrîkayê, ev welat îşgal kir. Pey îşgal û dagirkirinê dest bi kuştina mislumanan kirin.

   Niha jî hat gotin ku çeteyên fille, bi desteka hêzên Fransayê, 27 misluman qetil kirine. Grûbeke mîlîsên fille, li rojavayê welêt li gundekî bajarokê Bohongê, 27 misluman şehîd kirin.

   Di 24ê Adara îsal de, hêzên koalîsyona Selekaya misluman, li paytext Bangûiyê, girtibûn ser bîna serowezîrtiyê û dest dabûn ser îdara welêt.

   Serokdewletê Efrîka Navîn Bozîze, bi xazîneya welêt ewilî reviyabû Kamerûnê û dûre derbasî Efrîka Başûr bû. Pey vê hadîseyê, welatên ğerbî ambargo û boykot danîn ser Efrîka Navîn û dûre jî Fransayê, bi 1600 eskerî welat îşgal kir û li ber mislumanên Selekayê, dest bi operasyonan kir.

   Çeteyên fille jî hem esker û sûbayên Selekayê, îxbarî Fransayê kirin hem jî bi desteka Fransayê, dest bi kuştina mislumanan kir.

   Efrîka Navîn 53 sal berê serxwebûna xwe bi dest xistiye, lê Fransayê hê dest ji îşgalkirina vî welatî bernedaye. Di 53 salan de li welêt, tenê du caran hilbijartin pêk hatine.

   Dîktatorên ku ji teref Fransayê ve tên destekkirin bi derbeyê tên serî. Serokdewletê borî Françoîs Bozîze pey ku bi desteka Fransayê hat serê, li mislumanan dest bi zulm û te’deyê kir.

   Li ser vê, Selekaya ku ji aliyê ciwanên misluman ve hatibû avakirin, di 24ê Adara îsal de, girtibû ser serokwezîrtiyê û dest dabû ser îdara welêt

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar