Komîseriya Bilind ya Multeciyan a Neteweyên Yekbûyî, beyan kir ku ji sedî 97ê 6 hezar multecîyên ku ji ber êrîşên çeteyên Fille ji Efrîkaya Navîn revîyane Qamerûnê, musluman in û dîsa ji sedî 57ê wan zarok in. 6 hezar penaber li kampa Tîmangolê ya li bakurê rojhilatê welêt dimînin.
Multecî bi sed derd û belayî digihêjin kampê û nîva zarokan di bin şertê giran de li vir tên tedawîkirin.
Multecî gava ku digihêjin Qamerûnê marûzî pirsgirêkên tenduristiyê dibin. Temsîllkarê Qamerûnê yê Neteweyên Yekbûyî îfade kir ku kesên nexweş, bi ambulansan sewkî nexweşxaneyan kirine. Zarok ji ber ku têra xwe xwarinê nabînin, nexweş dikevin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji par heta niha zêdetirî 37 hezar kes ji ber zulma çeteyên fille ji Efrîkaya Navîn revîyane welatên cîran ên wek Cimhûriyeta Kongoya Demokratîk, Çad û Qamerûnê. 170 hezar kes jî li welêt malên xwe terk kirine û li cûrbecûr herêman di kampan de dijîn.