Çalakvanekî Kurd ê xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê îro 2 rojin windayî ye.
Malbata çalakvan û endamê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê parêzer Idrîs Elo di daxuyaniyekê de ragihand ku kurê wan ji 8ê mijdarê ve nediyare.
Malbata Idrîs Elo diyar kir ku kurê wan roja înê di saet 5ê êvarê de bi tena xwe li mala xwe li bajarê Efrînê bû.
Di daxuyaniyekê de wiha hatiye gotin “Idrîs di meha borî ji aliyê Asayişa PYDê ve gef lê hatibû xwarin. Wan jê dixwestin çalakiyên xwe yên ragihandin û siyasî rawestîne yan jî ew tenê dê li hember karên xwe berpirsiyar be”.
Derbarê bûyerê de, Çavkaniyekê ji Partiya Azadî ku yek ji endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye got “Em berpirsyariya selametiya jiyana hevalê xwe Idrîs dixin stûyê PYDê û çekdarên wê de”.
Çavkaniyê herwiha daxwaza “bedana yekser ya Idrîs Elo û tevahiya hevalên wan yên berê ku hejmara wan 22 kes in” kir.
Heta niha Asayişa PYDê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/101120136#sthash.wjWAIiDP.dpufÇalakvanekî Kurd ê xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê îro 2 rojin windayî ye.